Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî

Şêniyên bajarê Hesekê û koçberên Efrînê bi meşekê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşa girseyî
22 nîsan, 2025   13:29
HESEKÊ

Bi sedan bajarê Hesekê û koçberên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma " Azadiya fizîkî ji bo Rêber Apo " meşiyan.

Meşê ji  ber çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dest pê kir û heta çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Miftî dewam kir. Li wir deqeyekê rêz hat girtin. Ji rêveberên Kongra Star a bajarê Hesekê Nahîd Silemen axivî.

Nahîd destnîşan kir  ku bi rihê gelê qehreman û jinên azad bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gel azad bûy û wiha got: "26 sal in Rêber Abdullah Ocalan girtiye û tecrîdeke giran li dijî wî tê meşandin. Rêber Apo ji bo azadiya tevahî pêkhateyan tê koşiya. Divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin."

Nahîd diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan tiştê ku berê ji bo jinan nehatibû dayîn, da jinan û êdî jinan şoreşa guhertin û pêşketinê bi rê ve bir. Nahîd da zanîn ku jinan xwe di tevahî aliyên rêveberî, rêxistinî, çandî, leşkerî û siyasî xwe bi rêxistin kirin.

Her wiha Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo axivî û wiha got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em gihiştin vê astê. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re bi saya projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin, dijî."

'BANGA AŞTÎ Û CİVAKA DEMOKRATÎK Jİ BO ROJHİLATA NAVÎN ÇARESERÎ YE'

Farûq Tozo diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çareserî ye û wiha got: "Ev bang ji bo tevahî cîhanê hate kirin da ku ewlehî û aramî pêk were. Ev bang li ser asta tevahî cîhanê hate qebûlkirin."

Meş bi bi silogana "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(zş/bb)

ANHA