Li herêmên peravê, Hums û Hemayê xwepêşandan

Li bajarên peravê, Hums û Hemayê bi daxwaza federalî, nenavendîtî û redkirina tundiyê, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li herêmên peravê, Hums û Hemayê xwepêşandan
Li herêmên peravê, Hums û Hemayê xwepêşandan
Li herêmên peravê, Hums û Hemayê xwepêşandan
Li herêmên peravê, Hums û Hemayê xwepêşandan
25 mijdar, 2025   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxwaza federalî, nenavendîtiyê û redkirina tundiyê li bajar û bajarokên perava Sûriyeyê, xwepêşandan pêk hatin. Di van kêliyan de li Çerxerêya El Ezherî ya Laziqiyê, bajarê Ceble, gundewarên Hemayê û taxa El Zehra ya Humsê xwepêşandanan dest pê kiriye.

Xwepêşandêran daxwaza federalî, nenavendîtiyê kir û tundî red kir. Xwepêşandêran helwesta serokê Meclisa Îslamî ya Bilind a Elewiyan Xezal Xezal hembêz kir.

Ev tevgera gel, di çarçoveya bilindkirina daxwaza pêkhateya Elewî ya li dijî bûyerên tundiyê yên vê dawiyê ku li peravê û taxên Humsê çêbûne, pêk tên.

Li herêmên xwepêşandan li dar ketine, ji sibehê ve tevgera hêzên hikumeta veguhêz zêde ye.

(fr)