Deriyê Meidan ê di navbera Reqa-Dêrazorê de vebû

Ji ber pevçûnên li eniya gundê Xanim El Elî rêya Meidanê heta çend rojan hatibû girtin. Îro deriyê Meidan ê Reqa -Dêrazorê vebû.

Deriyê Meidan ê di navbera Reqa-Dêrazorê de vebû
Deriyê Meidan ê di navbera Reqa-Dêrazorê de vebû
Deriyê Meidan ê di navbera Reqa-Dêrazorê de vebû
Deriyê Meidan ê di navbera Reqa-Dêrazorê de vebû
Deriyê Meidan ê di navbera Reqa-Dêrazorê de vebû
Deriyê Meidan ê di navbera Reqa-Dêrazorê de vebû
25 mijdar, 2025   13:32
REQA

Piştî êrişên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî herêma rojhilatê kantona Reqayê, bi taybet jî li dijî gundê Xanim Elî, niha rewş aram e.

Endamê rêveber ê Meclisa Sivîl a Xeta Rojhilat a Kantona Reqayê Subhî Mihemed ji ajansa me re der barê mijarê de got: "Em niha li xala eniya gundê Xanim El Elî ne. Hin komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz êrişî herêmê kiribûn û bi wê re rê hatibû girtin.”

Mihemed da zanîn ku şêniyan çend rojan zehmetiya çûn û hatinê yên ji ber pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên hikumeta veguhêz de dikişandin, lê îro derî vebû, tevgera çûn û hatinê ya welatî û erebeyan di navbera Reqa û Dêrazorê de pêk hat. Şênî bi vekirina derî kêfxweş bûn, ji ber ku ev derî rêya sereke ya herêmê di navbera Reqa û Dêrazorê de ye.

Li aliyekî din rêya Reqa-Eseriya-Xenasir, rêya Reqa-Selemiyê ya Hemayê, rêya Reqa-Heleb-Dêr Hafir-Meskenê, hîna ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve girtî ne û şênî neçar dibin ku rêyên xeternak bi kar bînin.

(fr)

ANHA