Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25′ê Mijdarê

Bi boneya ′Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê′ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin; li Qamişloyê pêşangeha wêneyan hate vekirin, li Dêrazorê panelek hate lidarxistin, li Minbicê û Kobanê semîner hatin dayîn.

16 mijdar, 2023   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rêzeçalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê “Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê” ku îsal di ‎bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî, Jin, Jiyan, Azadî” tên lidarxistin de, dewam ‎dikin. ‎

QAMIŞLO

Di wê çarçoveyê de Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê ‎‎`Berxwedana Jin` li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo ‎pêşangeha wêneyan vekir. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ‎endamên rêxistin û tevgerên jinan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şêniyên ‎Qamişloyê serdana pêşangehê dikin.‎

Di pêşangehê de 45 tabloyên ku bi destên 30 jinên şêwekar hatine xêzkirin, hatine pêşandan. ‎Rastiya jinan, pirsgirêkên ku di nava civakê de pê re rû bi rû tên, rola jinan di qadên (leşkerî, ‎siyasî û civakî) de mijarê tabloyan bûn.‎

Yek ji jinên ku beşdarî pêşangehê bûne, Nişmiya Şemsedîn ji ajansa me re axivî û ji bo vekirina ‎pêşangehê kêfxweşiya xwe anî ziman. Nişmiya diyar kir ku pêşangeh balê dikişnîe ser ‎berxwedana jinan û got: “Tablo pêşangtiya jinan nîşan didin. Hinek tablo behsa jiyana gelek ‎jinan beriya şoreşê dikin, hinek jî balê dikişînin ser hêz û pêşengtiya jinan di Şoreşa 19`ê ‎Tîrmehê de.”‎

Cîhan Mûsa jî destnîşan kir ku vekirina pêşangehan, bi taybet ên jinan li herêmê asta behreyên ‎jinan bilindtir dike.‎

Pêşangeh dê 18`ê Mijdar li navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo, 20`ê Mijdarê li bajarê ‎Hesekê jî bê vekirin. Pêşangeh di dîrokên 28,29 û 31`ê Cotmehê û 4`ê Mijdarê de li Reqa, ‎Tebqa, Minbicê û Kobanê hatibû vekirin.‎

MINBIC

Di vê çarçoveyê de Meclisa Kombûna Jinan a Minbicê semînerek hişyarî û zanabûnê li hola Meclisa Qanûnsaz a Minbicê bi beşdariya endamên saziyên sivîl da.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir semîner bi rê ve bir û behsa şêweyên tundiya li dijî jinan, sedemên dihêlin ev tundî pêk werin û encamên wê yên karesatê li ser jin û civakê kir.

Îbtîsam diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên wê li herêmên dagirkirî rûyê tundiya li dijî gelên herêmê ye.

Îbtîsam got fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya xelasiyê ji zihniyeta civakê kontrol dike û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan nirxandinên kûrî pêşkêş kirin û wan rê li pêş şoreşeke civakî, jin , îdeolojî vekir. Rêbertî got divê mêr bingehên klasîk û paşvemayî derbas bike bikin."

Li aliyekî din jî Seroka Nivîsgeha Giliyan a Mala Jin Beyan Mistefa bîlançoya salekî ya sûcên tundî û qetilkirina jinan li Minbicê aşkera kir. Beyan got 28 jin hatin kuştin, 23 bûyerên kuştinê, 45 hewldanên xwekuştinê, 37 kuştin, 35 lêdan û îşkence, 43 rewşên şewatê û 34 rewşên zewaca temenbiçûk hene.

Dûre li ser dîroka tundiya li ser jinan, sedem, encam û çareserî sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê li hola Meclisa Sivîl a Herêma 7 Kîlo ya Dêrazorê panelek bi beşdariya nûnerên rêxistinên jin, saziyên sivîl û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar xist.

Endama rêvebera Meclisa Jinan a Zenûbiya Leyla El Ebdullah şêweyên tundiya li dijî jinan, bandorên wê axivî û çareseriyên li dijî wan pêşkêş kirin.

Dûre beşdaran nîqaş kir û got divê tundiya li dijî jinan were têkbirin, ew jî bi rêya têkbirina zihniyeta tundiyê tehrîd dike û yên tundiyê pêk tînin werin cezakirin.

KOBANÊ

Bi boneya roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinên Cîhanê (25'ê Mijdarê) Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li navçeya Şêranê a girêdayî kantona Kobanê semînerek da. Semîner li avahiya partiyê bi beşdariya bi dehan endam û rêveberên saziyên navçeyê hat dayîn.

Di semînerê de endama Koordînasyona Kongra Star a Şêranê Nadiya Hiso axaftin kir. Nadiya bal kişand ser cureyên tundiya li djiî jinan û diyar kir ku bêdengiya jinan li hember tundiya li dijî wan tê kirin jî şêwazekî tundiyê ye.

Semîner bi dirûşmeyên mîna ”Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(sb,sş/c)

ANHA