Li Helebê rêbazên rizgarkirina jinan û avakirina jiyaneke demokratîk hatin nîqaşkirin

Bi boneya 8’ê Adarê jinan li Helebê civînek li dar xist û tê de rêbazên ku jin mafên xwe bi dest bixin, xwe rizgar bikin û jiyaneke demokratîk ava bikin, hatin nîqaşkirin.

Li Helebê rêbazên rizgarkirina jinan û avakirina jiyaneke demokratîk hatin nîqaşkirin
Li Helebê rêbazên rizgarkirina jinan û avakirina jiyaneke demokratîk hatin nîqaşkirin
Li Helebê rêbazên rizgarkirina jinan û avakirina jiyaneke demokratîk hatin nîqaşkirin
Li Helebê rêbazên rizgarkirina jinan û avakirina jiyaneke demokratîk hatin nîqaşkirin
Li Helebê rêbazên rizgarkirina jinan û avakirina jiyaneke demokratîk hatin nîqaşkirin
Li Helebê rêbazên rizgarkirina jinan û avakirina jiyaneke demokratîk hatin nîqaşkirin
6 adar, 2025   20:13
HELEB

Bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" û bi boneya hatina Roja Jinan a Cîhanê Weqfa Piştgirî û Xurtkirina Jinan li hola Sêzer a li taxa Celaa ya Helebê civînek li dar xist.

Di civînê de jinên serbixwe, mamoste, parêzer û endamên meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, rêxistin û tevgerên jinan, beşdar bûn.

Di civînê de mijara yekane ji hêla endama weqfê Şêraz Mihemed ve hat xwendin. Di mijarê de girîngî bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" hat dayîn û hat gotin ku ew metod û hêmana bingehîn a hebûna jinan e.

Her wiha Şêrazê di mijarê de bal li ser rêbazên rizgarkirina jinan kişand û got: "Bi yekitî, rêxistinkirin û hêza me ya hevbeş divê em civakê bi pêş bixin û yekitiya jinên Sûriyeyî bi tevahî pêkhateyên wê ava bikin."

Dûre beşdaran nîqaş kir. Çalakgera civaka sivîl a di mafên jinan de dixebite Aras Kor Misto got pêwîst e jinan mafên xwe bistînin, da ku îstîqrar li herêmê misoger bibe û bêyî destûreke adilane îstîqrar li herêmê pêk nayê."

Parêzer Meys El Rîm jî got: "Çavkaniya paşguhkirina rola jinan ji nebûna mekanîzmaya birêvebirina qanûnên ku mafên jinan heye, tê. Ji lew re divê em wan qanûnan aktîv bikin û dûre qanûna parastinê deynin."

Li aliyekî din jî endama Komeleya Sefa ya Sêwiyan Sefa Ebdulqadir diyar kir ku hêza jinan têrê dike ku guhertinan pêk bîne û civakan bi rêxistin bike.

(fr)