Dagirker careke din gundewarê Sirînê topbaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundewarê bajarê Sirînê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Dagirker careke din gundewarê Sirînê topbaran dikin
6 adar, 2025   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bajarê Sirînê û sêgoşeya di navbera rêya Kobanê, Sirîn û pira Qereqozaqê de bi çekên giran topbaran dikin.

Hemwextî wê, derdora Bendava Tişrînê tê hedefgirtin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li dijî gundewarê Kobanê û derdora Bendava Tişrînê didomînin. Li hember wê, ji 8’ê Çileyê ve gelê herêmê ji bo parastina bendavê û herêmê ji êrişan, di nobedariyê de ye.

(fr)

ANHA