Rojnameyên erebî: Mercên civîna Şam – Enqere hîna diyar nebûne

Dosyaya nêzîkbûna di navbera Şam û Enqere de, civîna komên çekdar ên iraqê yên der barê başûrê Lubnanê de, her wiha  hewldanên agirbesta li Xezayê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî: Mercên civîna Şam – Enqere hîna diyar nebûne
3 tîrmeh, 2024   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê hewldanên normalîzekirina Şam û Enqereyê de, rojnameya El Wetan a ser bi hikumeta Şamê ve  nûçeyek bi sernavê "Dema civînê nehatiye diyarkirin, beriya her hevdîtineke Sûriyeyî-Tirkiye peywendiyên ji bo parastina serdestiya xaka Sûriye" weşand.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên "Agahdar"  ên li Şam ê girtiye, beriya civîna di navbera Şam û Enqereyê de ku çav li rê ye li Bexdayê were lidarxistin, peywendiyên erebî û Rûsyayê yên bi armanca "Mîsogerkirina serdestiya xaka Sûriyeyê bi temamî" dewam dikin.

 Hate destnîşankirin ku dema civînê û mercên wê hîna nehatine diyarkirin, lê hate gotin " "Têkiliyên berdewam bi Moskov û paytextên Ereban re hene ku mîsoger bikin ku Tirkiye di encamên her hevdîtinekê de soz bide ku artêşa xwe û hevkarên xwe li gorî dema were diyarkirin ji Sûriyeyê vekişin."

’KOMÊN IRAQ HER ARAMIYEK LI GEL DYA’YÊ BI ENIYA LUBNANÊ VE GIRÊDIDIN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser civînên komên çekdar ên iraqî ku rojên pêncşem û yekşemiyê li Şam û Lubnanê li dar xistibûn. Di rojnameyê de hate gotin, nûner û endamên sereke yên komên çekdar ên iraqî; Hizbullah, Nucebaa, Ensarallah El Ewfiya û komên din ên, rojên pêncşem û yekşemiyê  yên borî li Şam û Lubnanê civiyan. Hate zanîn ku di encama civînan de van koman li hev kirin ku eger artêşa Îsraîlê tevgereke bejahî an êrişeke hewayî ya berfireh li Lubnanê bide destpêkirinê, dê komên çekdar ên Iraqê bi awayekî yekgirtî li hedefên DYA’yê yên li Iraq û Sûriyeyê û yên Îsraîlê yên di hundirê Filistînê de bidin.

Rojnameyê ku cih da daxuyaniya endamê Pîlotburoya Tevgera Nucebaa Fîras El Yasir ku gotibû "Eger Îsraîlê bi desteka DYA’yê êrişê Lubnanê bike, hindî dê bejewendiyên DYA’yê yên li Iraq û Sûriyeyê  û deverên din ên herêmê bibin armancên El Muqawema El Iraqiye. "

’AGIRBESTA XEZAYÊ:  ÎSRAÎLÊ NÊZÎ QONAXÊN DAWÎN ÊN ŞER BÛYE, GELO WÊ DIYALOG DEWAM BIKIM’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser diyalogên agirbesta li Xezayê. Hate diyarkirin "Ji bo serketina pêşniyara Jeo Biden a bi armanca diyalogên agirbesta li Xezayê tevgereke berfireh ji aliyê DYA’yê yê naveynkara ve heye. Di heman demê de artêşa Îsraîlê  îşaret bi "Qonaxên dawîn" ên şerê li Xezayê kiriye. Li kêleka van tevgeran jî jî pêwendiyên Misir-Qeter ên bi Hemasê re dewam dikin."

Li gorî rojnameyê ku cih daye nirxandinên pisporan, tevgerên navbeynkaran nîşan dide ku îhtîmal heye dan û standinên agirbestê careke din dewam bike, nemaze ku berjewendiyên her du aliyan. Li gorî pisporan, "Îsraîl dixwaze rewşa Xezayê aram bibe da ku amadekariyên rageştiyeke mezintir ber bi başûrê Lubnanê ve bike.  Dehfa din a ber bi aramkirina Xezayê ve ew e ku  Biden dixwaze beriya hilbijartinan destkeftiyekê qezenc bike, ev destkeftî jî agirbest li Xezayê çêbibe, lew ra destekê dide hewldanên navbeynkaran."

(bb)

ANHA