Li Helebê Konferansa Komînan hat lidarxistin

Di konferansa yekemîn a komînan ku Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê li dar xistiye de plansaziya salê weke jinûve aktîfkirin û xurtkirina xebata komînan û şopandina xebata bicihanîna bendên peymana 1ˊê Nîsanê hat danîn.

7 kanûn, 2025   20:15
HELEB

Bi diruşma "Bi rihê komînal em ê aştî û civaka demokratîk ava bikin" Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê li dar xist. Konferans bi armanca jinûve aktîvkirin û xurtkirina xebata komînan û şopandina xebata bicihanîna peymana 1ˊê Nîsanê hat organîzekirin. 

Di konferansa ku li hola Lazord a li herêma Şiqeyêf a Helebê hatiye lidarxistin de, 800 delegeyên ji endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tevger, rêxistinên jinan û ciwanan amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo axaftina destpêkê kir. Şêxo anî ziman ku "Civîna me ya îro û hevgirtina me nîşaneya hewla me ya mayînde a jiyana azad e. Ew yek jî bi rêya xurtkirina rola komînan di hundirê civakê de pêk tê, da ku demokrasî, edalet û wekhevî pêk bê."

Şêxo diyar kir ku ev konferansa di vê qonaxê de cihekî pîroz û serbilind e û got: "Em ji bîr nakin ku tiştê em îro dijîn ne ji fedakariya gelê me û şehîdan bûya, pêk nedihatin. Em ê li ser rêçên wan bin."

Piştre dîwanek ji hevserokên Meclisa Giştî ya her du taxan Nûrî Şêxo û Hêvîn Silêman, cîgirê hevserokatiyê Ehmed El Ebdullah û rêvebera Meclisa Şehîd Gelhat Ariyan Cûdî hat avakirin.

Dûre Hêvîn Silêman bernameya konferansê zelal kir û bi xêrhatina beşdaran kir.

Cîgira Meclisa Giştî ya her du taxan Dunya Bekir bi zimanê Erebî û endama rêveber a Radyoya Şehba FM Ronahî Yûsif bi zimanê Kurdî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê komîn di neteweya demokratîk de xwendin.

Di konferansê de peyama KCKˊê ya ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji hêla Ronahî Yûsif ve hat xwendin.

Dûre têkoşer Ehmed Menan Mistefa yê zêdetirî 30 salî di zîndanên dewleta Tirk de mabû axivî û diyar kir ku vîn û piştgiriya gel rê li ber berxwedana girtîgehan vekiriye û berdewama wê ji xwesteka bidestxistina azadî û mafan tê.

Girêdayî xebatên konferansê, Dunya Bekir bi zimanê Kurdî û Ehmed El Ebdullah bi zimanê Erebî rapora salane ya meclisê xwend.

Piştî xwendina raporê, diyarî li ciwanên şoreşger, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ragihandinê ji bo rola wan serxistina berxwedanê û dengvedana wê hatin belavkirin.

Konferans bi nîqaşên beşdaran ên têkildarî çawaniya xurtkirin û aktîvkirina rola komînan girtî dewam kir.

Di dawiya konferansê de plansaziya salane hat diyarkirin û wihe ye:

Bilindkirina asta têkoşînê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Berdewama lidarxistina dewreyên perwerdê, nexasim ên der bar Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û perwerdeya pîşeyî.

Jinûve aktîvkirina û xurtkirina rola komînan û komîteyên parastinê.

Lidarxistina civînên gel ên periyodîk ji bo pêşxistina peywendiya civakî.

Zêdekirina çalakiyan ên bi armanca vegera ewle ya koçberên Efrînê.

Destpêkirina kampanyaya çandina daran, xebatên sererastkirin û xweşikkirinê.

ANHA