Helwesta Şamê li hember kîndariyê cihê fikaran e

Siyasetmedar û çalakvanên civakî der barê xetereyên gotinên kîndariyê li ser aştiya navxweyî li Sûriyeyê hişyarî da û bang kir ku dawî li vê rûdanê were û  diyaloga Sûriyeyî were bipêşxistin.

Helwesta Şamê li hember kîndariyê cihê fikaran e
8 kanûn, 2025   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li Sûriyeyê di demên dawî de gotînên kîndariyê bi awayekî berbiçav zêde û gur bûne. Ev diyarde di kombûn û çalakiyên ji bo salvegera hilweşîna rejîma Baas`ê de pir diyar bû, di wan kombûnan de dirûşm û gotinên li dijî pêkhateyan hatin kirin.

Siyasetmedar û çalakvanên civakî der barê mijarê de nerînên xwe anîn ziman.

Ji rêvberên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ezîz Silêman destnîşan kir ku redkirina gotînên kîndariyê erkê hemû Sûriyeyiyan e. Silêman diyar kir ku divê dezgehên medyayê yên hikûmeta veguhêz xîtabeke neteweyî ya yekgirtî bipejirînin. Her wiha diyar kir ku bi hilweşîna rejîma Baas`ê re, li herêma peravê li dijî Elewiyan û li Siwêydayê li dijî Durziyan komkujî pêk hatin, li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gef tên xwarin. Ev pêkanîn encamên gotinên kîndariyê yên li ser medyayê ye, hin kes jî di nav hikûmeta veguhêz de hene ku vê yekê gur dikin.

Silêman destnîşan kir ku bidawîkirina vê kîndariyê berpirsiyariya hemû Sûriyeyiyan e, da ku her kesê li ser vê xakê bi aştî bijî, ji ber ku Sûriye welatê hemû gelê wê ye.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Ezher Ehmed diyar kir ku hin alî gotinên kîndariyê gur dikin, hewl didin ku aramiya welêt têk bibin, diyaloga Sûriyeyî asteng bikin, li pêşiya aştî û çareseriyan bibin asteng.

Ehmed rave kir ku Sûriyeyî "ji şer û kîndariyê westiyane" û dem hatiye ku ew hemû li ser maseyeke diyalogê rûnin û li ser pêşeroja welatê xwe gotûbêj bikin. Ehmed destnîşan kir ku îro her kes mecbûr e ku kîndariyê kêm bike û peyamên aştiyê bide.

Ehmed diyar kir ku tê xwestin civaka navneteweyî, civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan berpirsiyariyên xwe bi cî bînin, û bang li wan kir ku erkên xwe pêk bînin û li hember kîndariyê bisekinin.

Ezher destnîşan kir ku heta niha, hikûmeta veguhêz tu destpêşxeriyek rastîn nekiriye da ku kîndariyê, ku bûye astengiyek li pêşiya diyaloga Sûriyeyê, sînordar bike.

Der barê kîndariyê ya li ser medyaya dîjîtal de hevserokê Meclîsa Bajarê Hesekê Farûq Tozo, got ku hemû nîşane eşkere dikin saziya ku hemleyên kîndariyê yên li ser medyaya civakî pêş dixin, ji hin aliyan ve têne piştgirîkirin.

Tozo bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku tedbîrên lezgîn ên bidawîkirina kîndariyê bigire.

Çavdêran diyar kir ku xwepêşandanên ku di rojên dawî de li hin deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de pêk hatin, civaka Sûriyeyê aciz kirine, ji ber ku di wan xwepêşandan de gelek sembolên êrişkar hatin nîşandan, ku bi komên cûda yên Sûriyeyê ve girêdayî ne, û bêrêzî li komên cûda hat kirin.

(k)

ANHA