Li Helebê ji bo 2 şehîdan taziye hate danîn

Li Helebê ji bo şehîdên QSDˈê Baran Efrîn û Fîras Kobanê taziye hate danîn.

Li Helebê ji bo 2 şehîdan taziye hate danîn
Li Helebê ji bo 2 şehîdan taziye hate danîn
Li Helebê ji bo 2 şehîdan taziye hate danîn
Li Helebê ji bo 2 şehîdan taziye hate danîn
Li Helebê ji bo 2 şehîdan taziye hate danîn
Li Helebê ji bo 2 şehîdan taziye hate danîn
28 ÇILE, 2025   14:41
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şehîdên Hêzên Komandos ên QSDˈê Baran Efrîn û Fîras Kobanê konê taziyeyê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê danî. Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, tevî endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî serdana kon kir û merasîmek hat lidarxistin.

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê Sûad Hesen di merasîmê de axivî û diyar kir ku gelê Sûriyeyê zehmetî û êş veguherandin hêviyê û rêya şehîdên xwe didomînin.

Rêvebera Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê, Şêrîn Heyder jî axivî û bal kişand ser hevgirtina gelên herêmê ya li hemberî êriş û zehmetiyan û banga xwedîderketina li ked û destkeftiyên şehîdan kir.

Rêvebera Meclisa Şehîd Rûber Qamişlo Heyder Reşîd jî da zanîn ku gelê ku şehîdan dide, têk naçe, bi keda wan gel bi pêş de diçe û destkeftî tên bidestxistin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanên Hêzên Komandos ên QSDˈê Baran Efrîn (Sebrî Henan) 17ˈê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê û Fîras Kobanê (Nîdal Ehmed) 3ˈyê Kanûna 2024ˈan di berxwedana li Şehbayê de şehîd bûbûn.

(bb)

ANHA