Li Helebê agirê Newrozê hat dadan

Bi sedan xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vê êvarê agirê Newroza îsal dadan û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û derxistina dagirkeran ji Efrînê têkoşînê bidomînin.

Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
Li Helebê agirê Newrozê hat dadan
16 adar, 2024   23:39
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên ji bo pêşwazkirina Newroza 2024ˊan de bi sedan xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêş Parka Efrîn a li Eşrefiyê kom bûn.

Çalakî bi axaftina endamê Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Helebê Ciwan Elî dest pê kir. Elî behsa Newrozê kir ku ji bo gelê Kurd roja vejînê ye.

Elî diyar kir ku Kawayê Serdemê şehîd Mazlûm Dogan bedena xwe kir agirê Newrozê û da ku têkoşîna bidomîne.

Her wiha li dengê Rêber Abdullah Ocalan a der barê pêwîstiya bilindkirina têkoşînê li ser tevahî astan heta gihandina azadiyê hat guhdarkirin.

Dûre agirê Newrozê hat pêxistin û dîlan hat gerandin.

(fr)