Îsraîlê nuqteyeke leşkerî li Derayê hedef girt

Gelek moşekên Îsraîlê li gundewarê rojavayê Derayê ketin, ew jî piştî avêtina moşekekê ji nuqteyeke leşkerî ya herêmê ber bi Colanê ve pêk hat.

Îsraîlê nuqteyeke leşkerî li Derayê hedef girt
16 adar, 2024   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji xaka Sûriyeyê ve moşeke ber bi Colana dagirkirî ve hat avêtin. Dûre Îsraîlê bi moşekan nuqteyeke leşkerî ya li derdora herêma Til El Cimui ya li rojavayê Derayê hedef girt.

Malpera Dera 24 anî ziman ku gelek moşekên Îsraîlê li derdora bajarê Newa yê li rojavayê Derayê ketin, ew jî piştî avêtina moşekekê ji nuqteyeke leşkerî ber bi Colanê ve.

(fr)