Li gundewarên Hemayê êriş: 3 endamên Ewlekariya Rêyan hatin kuştin

Li gundewarên Hemayê 3 endamên Ewlehiya Rêyan di êrişa çekdarên nenas de hatin kuştin.

Li gundewarên Hemayê êriş: 3 endamên Ewlekariya Rêyan hatin kuştin
13 cotmeh, 2026   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku 3 endamên Ewlehiya Rêyan di êrişa çekdarên nenas de li gundewarê Hemayê hatin kuştin. Li gorî agahiyan, êriş li ser rêya Selemiyê-Asreya pêk hat.

Çavkaniyên xwecih ji dezgehên çapemeniyê re gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişê seferbr bûne û lêkolîn dane destpêkirin.

(bb)