Li gundewarê Şamê çekdaran 2 ciwan gulebaran kirin

Li gundewarê Şamê çekdarên nenas 2 ciwanên ji gundewarê Îdlibê gulebaran kirin. Her du ciwan birîndar bûn.

Li gundewarê Şamê çekdaran 2 ciwan gulebaran kirin
25 îlon, 2025   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêma Behdeliyê ya başûrê Şamê çekdarên nenas gule li 2 ciwanên ji Îdlibê barandine ku di encamê de herdu ciwan birîndar bûn.

SOHR'ê diyar kir ku herdu ciwan ji bajarokê Fûa yê Îdlibê ne û ji bo dermankirinê ew rakirine nexweşxaneyê.

Tu agahiyên din nehatin bidestxistin.

(mh/şx)