Li gundewarê Idlibê li dijî biryara zêdekirina baca gumrikê grev hat lidarxistin

Li bajarê Sermeda yê gundewarê Idlibê ji ber biryara Heyet Tehrîr El Şamê ya zêdekirina bacên gumrikê, xwdiyên dikanan dikanên xwe girtin.

Li gundewarê Idlibê li dijî biryara zêdekirina baca gumrikê grev hat lidarxistin
12 ÇILE, 2025   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya giştî ya deriyên bejayî û deryayî ya rêveberiya Heyat Tehrîr El Şam li Sûriyeyê, duh lîsteya nû ya bacên gumrikê derxist û li hemû navendê gumrikê yê bejahî û deryayî belav kir. Li gorî biryarê bacên gumrikê hatine zêdekirin. 

Ji ber zêdebûna bacên gumrikê şêniyên herêmê ne razî ne û xwediyên dikanan li bajarê Sermeda yê gundewarê Idlibê dikanên xwe girtin û grev kirin.

(k)