Li gundewarê Humsê ciwanek hat kuştin 2 kes jî birîndar bûn

Komeke çekdar girtin ser maleke li gundewarê Humsê di encamê de ciwanek hat kuştin 2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.

Li gundewarê Humsê ciwanek hat kuştin 2 kes jî birîndar bûn
12 cotmeh, 2025   11:20
HUMS

Îro sibehê li gundê Danha yê li gundewarê rojavayê Humsê komeke çekdar ji bo diziyê girtin ser malekê, di encamê de ciwanek hat kuştin û 2 kes ji heman malbatê birîndar bûn.

Nûçegihanê me ragihand ku komeke çekdar di derdora saet 2:30ê sibehê de bi niyeta diziyê êrişî mala Adil Hisên, ku bi navê "Ebû Silêman" tê nasîn, kirin. Dema ku endamên malbatê hewl dan rê li çemdaran bigirtin, çekdaran bêserûber gule berdan û di encamê de Hemza El Hisên (17 salî), xwendekarekî dibistana navîn, hat kuştin.

Birayê wî, Silêman El Hisên (25 salî), jî ji destê xwe birîndar bû, bavê wan, Adil El Hisên, ji singê xwe bi giranî birîndar bû. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyek bajêr.

(k)