Artêşa Îsraîlê 7 noqteyên leşkerî li gundewarê Quneytîrayê danîn

Artêş Îsraîlê li gundwearê Quneytîrayê di nava herêma agirbestê û derveyî wê 7 noqteyên leşkerî danîn û HTŞ hişyar kir ku nêzî herêmên wê nebe.

Artêşa Îsraîlê 7 noqteyên leşkerî li gundewarê Quneytîrayê danîn
21 ÇILE, 2025   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê noqteya Qirs El Nefel li bakur rojavayê bajarokê Heder, nuqteya Tilûl El Himir li bakur rojhilatê bajarokê Heder, nuqteya parêzgeha xwezayî li Cibata El Xeşeb li nêzî bircê zîraa, nuqteya bakur rojhilatê bajarokê Hemîdiye li nêzî kargeya bawarî, nuqteyek di malekê de li başûr rojavayê bendava Mentra, nuqteya Til Ehmer li başûr rojavayê bajarokê Kodne danîne. 

Îsraîl nahêle yan jî nêzîkbûna HTŞ`ê li herêmên wê yên li beramberî Colanê qedexe dike. SOHR`ê 15`ê Çileyê ragihandibû ku balafireke bêmirov a Îsraîlê karwanekî HTŞ`ê li bajarokê Xedîr El Bustan ê başûrê Quneytîrayê kiriye hedef û di encamê de teqînên dijwar çêbûne û doman ji cihê êrişê bilind bû.

Her wiha di encama wê êrişê de, kesek û 2 endamên HTŞ`ê hatin kuştin û yek din bi giranî birîndar bû ku li nexweşaneyên herêmê hate dermankirin.

(şx)