Li gundê Xan Memed ê Çelebiyê di navbera gel û çeteyan de pevçûn derket

Li gundê Xan Memed ê Çelebiyê yê Kobanê, dema çeteyan xwest bikevin gund, di navbera gel û çeteyan de pevçûn derket. Di encamê de zêdetirî 20 çete hatin kuştin.

Li gundê Xan Memed ê Çelebiyê di navbera gel û çeteyan de pevçûn derket
20 ÇILE, 2026   01:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku dema çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Xan Memed ê herêma Çelebiyê ya Kobanê, şêniyên gund bersiv da, pevçûn derket.

Hat diyarkirin ku di encama pevçûn de zêdetirî 20 çete hatin kuştin û gelek birîndar çêbûn.

Gelê Xan Memed got ew li ser piyan in û wê çeteyan têk bibin.

(fr)