Li gundê Çirmiq ê Sûrê wezîfedarê DEM Partiyê hat qetilkirin

Li gundê Çirmiq yê navçeya Sûrê ya Amedê, di şerê navbera muxtaran de wezîfedarê hilbijartinê yê DEM Partiyê Emîn Çelîk hate qetilkirin.

Li gundê Çirmiq ê Sûrê wezîfedarê DEM Partiyê hat qetilkirin
31 adar, 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya hilbijartinan AKP’ê, li Kurdistanê û gelek bajaran hilbijêr bi cih kirin. Hilbijêrên AKP’yî bi girseyî çûn dibistanan. Her wiha li navçeyên Pasûr, Pîran û Sûrê yên Amedê di navbera gel û hilbijêrên hatine bi cih kirin de rageşî derketin.

Li gundê Çirmiq yê Sûrê, danê sibehê di şerê navbera muxtaran de wezîfedarê hilbijartinê yê DEM Partî Emîn Çelîk hate qetilkirin. Li gund ku birîndar jî lê hebûn, leşker ketin û derketina gund qedexe kirin.