MAK'ê li nuqteya polîsan xist

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li hemberî nuqteya nobetê ya polîsan çalakî kirine.

MAK'ê li nuqteya polîsan xist
31 adar, 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê MAK'ê daxuyaniyek weşand û got,"30'ê Adarê saet di 20:00 de li kolana Cûmhûriyetê ya Nisêbînê li hemberî dagirkerên li ber deriyê bingehîn ê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê nobedar bûn, me êrişek pêk anîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyên dagirker piştî êrişê ji tirsa li derdorê reşandin û hate gotin, "Piştî êrîşê ambûlansek kete hundirê qereqolê. Bi qasî ku diyar bû, dijminek di encama çalakiya me de birîndar bû. Milîsên me bi serketî vegeriyan wargehên xwe."