Li Girkê Legê bîranîna şehîdan

Şêniyên bajar û gundewarên Girkê Legê 190 şehîdên mehên Mijdar, Kanûn, Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê bi bîr anîn.

Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
Li Girkê Legê bîranîna şehîdan
26 gulan, 2025   14:30
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ji bo 190 şoreşgerên ku di mehên Mijdar, Kanûn, Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê de li deverên cuda şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist. Şehîdên hatin bibîranîn ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Erka Xweparastinê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gerîlayên azadiyê ne.

Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Girkê Legê pêk hat.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Girkê Legê Narîşan Berekat axivî.  Narîşan anî ziman ku şehîd sembola birydardarî û lehengiyê ye, ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kirine.

Narîşan Berekat di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.

Dayikên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan pêxistin û gul danîn. Sînevîzyonek bi wêneyên şehîdan jî hat temaşekirin.

Di merasîmê de wesîqeyên 190 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(bb)

ANHA