Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn

Di merasîma bîranîna 134 şehîdan de malbatên şehîdan û şêniyên bajarê Girkê Legê destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyan û misogerkirina azadî û rûmetê meşa li ser rêya şehîdan rêya herî durist e.

Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 134 şehîd hatin bibîranîn
29 hezîran, 2026   14:10
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Girkê Legê ji bo bîranîna 134 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de li deverên cuda şehîd bûne, li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan bi amadebûna malbatên şehîdan, şênî û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên sivîl merasîma bîranînê li dar xist. 

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hesen Koçer hemû şehîd bi bîr anî û da zanîn ku bi saya berxwedana şehîdan wan ewlehî, istiqrar û destkeftî li herêmê bidestxistin. Ji bo dilsoziya bi wan re pêwîste li beramberî hemû şantacan ew van destkeftiyan biparêzin.

Koçer destnîşan kir ku herêmê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, divê hemû bi hişmendiyeke baş û berpirsyartî tevbigerin. Ji bo derketina li beramberî zehmetiyan pêwîste gel bi rihê komînal bixebite.

Hesen Koçer da zanîn ku şehîd ji bo azadî û rûmetê, her wiha ji bo ku hemû pêkhateyên herêmê bi ewle û aştiyane bijîn, rihê xwe dane. Meşa li ser şopa şehîdan û girêdana bi nirxên wan ên ku ji bo wê tê koşiyan, rêya herî guncaw e ji bo dilsoziya bi berxwedana wan şehîdan re.  

Hesen Koçer bal kişand ser yekitiya Kurdan û diyar kir ku di demekê de ku astengî li pêşiya gelê Kurd hene, pêwîst e yekhelwesta Kurdî xurt bibe. Yekitî esasê hêza gelê Kurd e, maf û destkeftiyên wê pê tê parastin. 

Piştî axaftinê dayikên şehîdan mûm li ber wêneyên 134 şehîdan pêxistin û gul danîn kêleka wan. Merasîmê bîranînê bi pêşandan senvîsyonekê ku tê de wêneyên şehîdan hatin pêşkêşkirin. Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û berzkirina sloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(sb)

ANHA