Li Girê Spî çeteyek hate kuştin

Li deriyê sînor ê Girê Spî di şerê komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de çeteyek hate kuştin.

Li Girê Spî çeteyek hate kuştin
11 kanûn, 2023   13:51
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku li deriyê sînor ê kantona Girê Spî, di navbera çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) de şer derket.

Heman çavkaniyan got di şer de çeteyekî Ehrar El Şerqiye bi navê Sair El Himêdî (Ebû Wîsan Qadisye) hatiye kuştin. Sedema şer nehat zanîn, lê dibe ji ber kontrolkirina deriyê sînor be.

Zêdetirî 60 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a di lîsteya terorê de, ji Tirkiyeyê derbasî Girê Spî bûbûn û li gundê Yabîse (2 km dikeve rojavayê kantonê) bi cih bûbûn.

(bb)