Dayikên gerîla: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were em ê çalakiyan bidomînin

Dayikên gerîlayan diyar kir ku ew ê çalakiyên aştiyane dewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Dayikên gerîla: Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were em ê çalakiyan bidomînin
11 kanûn, 2023   13:20
HELEB

Bi dehan dayikên gerîlayan ên li Helebê li ber avahiya Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Daxuyanî ji aliyê dayika gerîlayekî Coliya Hêvîn Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelan û jinan, di serî de li dijî gelê Kurd, dewam dikin.

Di daxuyaniyê de fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wek rêya têkoşîna azadiyê hate nirxandin û wiha hate domandin: "Dewletên komploger bi qutkirina têkiliyan di navbera Rêber Abdullah Ocalan û derve de hewl dide zextê li Rêbertî bike da ku di dozan de ji ya xwe were xwarê."

Di daxuyaniyê de pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de, hat silavkirin. Her wiha hate gotin, ruxmî bangên azadkirina Rêber Abdullalh Ocalan jî desthilata Tirk hemû daxwazan red dike.

Dayikên gerîlayan got ew ê çalakiyên aştiyane bidomînin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

(bb)

ANHA