Li Ezazê dijî 2 xwişkan hewldana destdirêjiyê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di dema serdegirtina malekê li bajarê Ezazê yê dagirkirî de, hewl da destdirêjiyê li 2 xwişkan bike.

Li Ezazê dijî 2 xwişkan hewldana destdirêjiyê
7 îlon 2024   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî xwecih diyar kir ku komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser maleke li bajarê Ezazê yê dagirkirî de girt û hewl da destdirêjiyê li 2 xwişkan bike. Lê birayê wan ê biçûk Cafer Hisên hewl da parastina wan bike, çeteyan bi dûr bixe. Hisên bi kêrê li çeteyekî da.

Li girî heman çavkanî, çeteyan birayê wan xwişkan revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

(fr)