Foruma ʹRejîma Heqîqetêʹ bi dayîna du semîneran dewam kir

Di mijara yekemîn a Foruma ʹRejîma Heqîqetêʹ de 2 semîner bi navên ʹNaskirina rastiyêʹ û ʹRêbazên fikirandinê di naskirina rastiyê deʹ li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.

Foruma ʹRejîma Heqîqetêʹ bi dayîna du semîneran dewam kir
Foruma ʹRejîma Heqîqetêʹ bi dayîna du semîneran dewam kir
Foruma ʹRejîma Heqîqetêʹ bi dayîna du semîneran dewam kir
Foruma ʹRejîma Heqîqetêʹ bi dayîna du semîneran dewam kir
Foruma ʹRejîma Heqîqetêʹ bi dayîna du semîneran dewam kir
7 îlon, 2024   18:41
REQA

Vê sibehê Foruma ʹRejîma Heqîqetêʹ li Zanîngeha Şer a Reqayê hat destpêkirin. Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Zanîngeha Rojava, Akademiyên Civaka Demokratîk, Akademiya Enternasyonalîst a Şehîd Lêgerîn û Meclisa Bawerî û Olan forum organîze kir.

70 rewşebîr, siyasetmedar, akademîsyen, mamosteyên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Şerq û rûspî di forumê de hazir in.

Mijara yekemîn bi sernavê ʹ Pênasekirina rastiyê û pênasekirina rêbaza ramanên Rêber Abdullah Ocalanʹ dest pê kir. Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebduselam El Casim semînera yekemîn a bi navê ʹnaskirina rastiyêʹ bi rê ve bir û got: "Rastî ew rewşa bêyî herifandin an jî zêdekirinê ye. Xwe dispêre delîl, fikrên mentiqî û rastiyên dikarin werin teqezkirinj."

Li ser çawaniya xwegihandina rastiyê El Casim wiha domand: "Rêwîtiya ber bi xwegihandina rastiyê bi rêya fikirandina rexnegirî pêkan e. Ev jî pisporiyeke bingehîn a naskirina rastiyê ye, her wiha ev yek bi rêya analîzkirina agahî, nirxandina jêderan, cudakirina îdiayên li ser delîlan pêk tê."

El Casim axaftina xwe li avakirina civakî û rastiyê dewam kir û got: "Civak ne tenê mozaîkek ji rastiyê ne, lê belê di heman demê de hêzeke hêzeke diyar a rastiyê ne. Ciwanên wê demê dûrî tevahî pirsgirêkan bûn."

Endamê Meclisa Bawerî û Olan Sultan Hesen semînera duyemîn a bi navê ʹRêbazên fikirandinê di naskirina rastiyê deʹ li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rê ve bir û got: "Taybetmendiya mejiya mirov hişt ku di naskirina rastiyê û dîtina bersivên wan pirsên bi navê pirsên mezin bi nav kirine here. Ew pirs jî li droa rastiya hebûna mirov û gerdûnê digerin."

Hesen wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya yekemîn de behsa 4 rêbazên fikirandina mirovatiyê ji dema pêkhatina yekemîn heta roja me ya îro de dike, ew jî rêbaza mîtolojî, rêbaza olî, rêbaza felsefî û rêbaza zanîstî."

Hesen wiha pê de çû: "Hebûna van tevahî xisletan bi awayekî di mirov de bi awayekî derbasdar û hevgirtî, di agahiyan de dihêle jêderekî xurt be."

Piştî her du semîner bi dawî bûn, beşdaran li ser mijara yekemîn nîqaş kir. Hevserokê Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Xelîl El Hisên axivî û got: "Mirov navenda gerdûnê ye. Dema em mirov tune bikin, em rastiyê tune dikin."

El Hisên pirs kir û got: "Çima rastî bi pêwîstiya hebûna mirovê zana ve hat girêdan? Dema mirov li ser têgihîştina mijar û analîzekirina wan tê digihîje lêgerîna pirsan dest pê dike."

Koordînatora Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem Osman axivî û got: "Ger em li çawaniya sedemên krîzan bigerin, em ê bibînin ku di dûrketina mirov ji civakên xwezayî de ye. Mirovên îro pir ji mirovatiya xwe û rastiya xwe bi dûr ketine."

Meryem got: "Mijara bingehîn divê bi vegerandina jinê be. Ji ber ku jin damezrînerê sereke ya pergala civakî ya li ser bingeha hunera rastiyê ye. Jin rêya kurt a gihandina ber bi rastiyê ve ye û krîzên îro jî ji ber dûrketina ji rastiyê ne."

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Yûsif Kotî axivî û got: " Socrates got ʹxwe nas bikeʹ, Rêber Abdullah Ocalan jî bi pirsa ʹEz kî meʹ dest pê kir. Ev pirs di gelek pirs û bersivan re derbas dibe. Pêdivî bi derbasbûna li gerdûnê heye ku çawaniya mirov û gerdûnê bê naskirin. Mirov gerdûneke biçûk e. Rêber Abdullah Ocalan di DMMEʹyê de got ʹDîrok di roja me ya îro de veşartî ye û em jî di kûrahiya dîrokê de veşartî neʹ û bi vê xwest balê bikişîne ser dozên Rojhilata Navîn."

Xebatên forumê bi mijara duyemîn a bi navê ʹbandora modernîteyê li ser jiyana li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêʹ û mijara sêyemîn a bi navê ʹçareseriyên pirsgirêkan li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalanʹ dewam dikin.

(fr)

ANHA