Li Ezazê 2 Efrînî hatin revandin

Çeteyên ʹCebhet El Şamiyeʹ ên dewleta Tirk a dagirker 2 Efrînî li Ezazê revandin.

Li Ezazê 2 Efrînî hatin revandin
9 cotmeh, 2024   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji herêma Efrîna dagirkirî diyar kir ku çeteyên ʹCebhet El Şamiyeʹ ên dewleta Tirk a dagirker welatiyên bi navên Seîd Hesen Elo (60) û Elî Xelîl Elo (30) ên ji bajarokê Bilbilê li ser benda kontrolê ya Ezazê revandin. Dema ew ji Lubnanê vedigerîn hatin revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan welatî ber bi cihekî nediyar ve birin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li Efrîna dagirkirî ji revandin, qetilkirin, qutkirin û şewitandina daran, dizî û bazirganiya bi mal û milkên welatiyan dewam dikin.

(fr)