Li Eyn Îsayê cenazeyek hat dîtin

Xelkê bajarê Eyn Îsayê cenazeyê kesekî nenas li keviya rêya lez dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo naskirina nasnameya mirî û hûrgiliyên bûyerê dest bi lêpirsînê kirin.

Li Eyn Îsayê cenazeyek hat dîtin
8 îlon 2024   17:10
EYN ÎSA

Xelkê taxa rojhilat a bajarê Eyn Îsayê di tûrekî de kesekî mirî û bûye reşî dîtin. Şêniyan lez kir û agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Li gorî şêniyan, cenazeyê li keviya rêya lez a Eyn Îsa-Reqa hatiye dîtin, yê kesekî nenas û bûbû reşî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser dest bi lêpirsîna naskirina nasnameya mirî kir.

(fr)

ANAH