Li Erebistana Siûdî hevdîtinên DYA û Ukraynayê dest pê kir

Li Erebistana Siûdî hevdîtinên DYA û Ukraynayê yên ji bo pêşxistina peywendiyên her du welatan û danîna çarçoveyekê ji bo rêkeftina aştiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, dest pê kir.

Li Erebistana Siûdî hevdîtinên DYA û Ukraynayê dest pê kir
11 adar, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî, hevdîtinên rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ukraynayê dest pê kir. Armanca hevdîtinan; pêşxistina têkiliyên her du welatan û danîna çarçoveyekê ji bo rêkeftina aştiyê û bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê ye.

 Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî hevdîtina li gel welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman, got: "Helwesta Ukraynayê di van hevdîtinan de dê bi tevahî avaker be."

Şêwirmendê leşkerî yê berê yê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ebas Dahok jî got ev hevdîtin dikarin "roleke girîng di vegerandina baweriyê û bihêzkirina peywendiyên dîplomatîk ên di navbera DYA û Ukraynayê de bilîzin."

Ebas Dahok ji rojnameya Şerq El Ewsat re gotibû: “Ev gotûbêjên di asta bilind de li hember êrişên berdewam ên Rûsyayê fersendek in."

28’ê Sibata îsal li koşka Spî civînek di navbera serokê DYA’yê Donald Trump û yê Ukraynayê Zelensky de pêk hatibû. Di civînê de nîqaşên tund çêbûbûn, ji ber vê civîna çapemeniyê ya her du serokan betal bûbû.

(bb)