Li Efrînê kesekî din hate revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Dimiliya yê Mabetayê kesek revand.

Li Efrînê kesekî din hate revandin
23 tîrmeh, 2024   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên "Lîwa 112" ên deweta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Menna Miho Mamo Nasan (40) ê ji gundê Dimiliya yê bajarê Mabetayê yê Efrînê, dema vedigeriya gundê xwe, revandiye.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan ji bo ku Nasan serbest berdin, fîdye ji malbata wî xwestiye.

Her wiha çeteyên "Polîsên Leşkerî" duh şêniyê bi navê Sibhî Ebdo Şêxo (60) li pêşiya mala wî ya li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revandiye. Ji bo ku wî serbest berdin bi rêya telefonê bi malbatê re axivîne û gef lê xwarine ku heke fîdyeym nedin dê wî bikujin.

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, rojane sûcên hovane li dijî şêniyan tên kirin. Her wiha çete li ser mal û milkên şêniyan û koçberan bi hev dikevin.

(şx)