PDK’ê çalakvanek revand û êşkence kir

Ofîsa Tevgera Goran ya li Hewlêrê ragihand ku hêzên girêdayî asayîşa Hewlêrê yên PDK’ê, çalakvanê bi navê Seryas Ewnî revandibûn û êşkence kirin.

PDK’ê çalakvanek revand û êşkence kir
23 tîrmeh, 2024   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh endamek Tevgera Goran li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate revandin û bi hovane hate êşkence kirin.

Derbarê mijarê de Ofîsa Tevgera Goran ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê, endamê wan Seryas Ewnî ku tenê ji ber parastina mafê xelkê kiriye, revandin û êşkence kirin

Tevgera Goran ragihand ku ji êşkenceyê Asayîşa Hewlêrê berpirse.