Li Efrînê dar tên birîn û şewitandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" 3 şênî revandin. Her wiha çeteyên El Emşat bi sedan dar birîn.

Li Efrînê dar tên birîn û şewitandin
14 îlon, 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih li Efrînê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" Mewlûde Mihemed Reşo (58) û hevjînê wê Mihemed Reşîd Reşo (60) li Cindirêsê, Mihemed Elî Ebdo Xelîl (40) ê ji gundê Kefersefrê revandin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birine û ji malbatên wan fîdye xwestine.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên El Emşat bi fermana îstixbarata dewleta Tirk a dagirker, bi sedan dar li gundê Kaxirê yê bajarê Mabetayê birîn û li sûkên Efrînê firotin.

Çavkaniyan li Efrînê diyar kir ku di vê dawiyê de bi hatina payîzê re şewitandina daran ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve zêde bûye.

(şx)