Li Efrînê dagirkirî hat şermezarkirin

Şêniyên bajarê Efrînê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandanek li dar xist.

Li Efrînê dagirkirî hat şermezarkirin
21 îlon, 2024   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Efrînê li pêşiya avahiya "Polîsên Leşkerî" ya li ser rêya Racoyê xwepêşandanek li dijî dagirker û çeteyan li dar xist. Şêniyan dagirkerî şermezar kir û xwest kesên ji aliyê çete û dewleta Tirk ve hatine revandin, werin berdan.

19’ê Îlonê jî xelkê Efrînê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xistibû. Çeteyan gule û gazên rondikrêj li xwepêşandêran barandin. Li benda kontrolê ya Kefer Cene jî 18 xwepêşandêr revandibûn.

(bb)