Pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi şanoyekê hat vegotin

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya Desteya Çand û Hunerê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkence û qirkirinê û bêparhiştina wî ji mafê hêviyê, şanoyek pêşan da.

21 îlon, 2024   14:06
TEBQA

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya Desteya Çand û Hunerê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkence û qirkirinê û bêparhiştina wî ji mafê hêviyê, şanoyek bi navê "Mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan" pêşan da.

Şano li ser Dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a li Tebqayê hate pêşandan. Şênî, bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê tev li çalakiyê bûn.

Beriya pêşandana şanoyê, berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîre Hebeş axivî û got: "Qanûnên navneteweyî tenê hibreke li ser kaxizan in. Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî erkên xwe ji bo parastina mafên gelan bi cih naynin. Heke ev qanûn rast pêk werin, girtî di girtîgehên desthilatên zordest de û gel çewisandî nediman."

Semîre bêdengiya civata navneteweyî ya li hember binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir û got: "Bi saya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me azadî, edalet û wekhevî bi dest xist. Divê em azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin. Ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe divê em li ser pêkanîna qanûnê mafê hêviyê israr bikin."

Piştî bi dawîbûna axaftinan, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, şanoya xwe pêşan da.

(şx)

ANHA