Der barê teqîna li Qamişloyê de wê daxuyanî bê dayîn

Dê Meclisa bajarê Qamişlo der barê teqîna erebeyekê li bajêr de daxuyaniyekê bide û dê Kongra Star çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixe.

Der barê teqîna li Qamişloyê de wê daxuyanî bê dayîn
28 tebax, 2024   14:43
QAMIŞLO 

Danê nîvro, li nêzî Navenda Postê û Peywendiyan, gerava otubîsan a li taxa Enteriyê ya li rojhilatê Qamişlo erebeyek teqiya.

Di encamê de Xalîde Mihemed Şerîf (45) û kurê wê Hecar Ednan Silêman (24) şehîd bûn.

Dê Meclisa bajarê Qamişlo saet 16:00ˊan. Daxuyaniyekê li cihê teqînê bide.

Kongra Star bang li xelkê bajêr kir ku tev li çalakiya ku li pêş Navenda Mihemed Şêxo bin ku dê saet 15:00ˊan li dar bikeve.

(fr)

ANHA