Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan

Mirîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi pêşandana fîlmên girêdayî pirsgirêkên gelên bindest û rola sînemayê di eşkerekirina binpêkirinan de vedibêjin, berdewam dike. Herî dawî, belgefîlma "No Country For Others" hate pêşkêşkirin ku êşa gelên bêparastin eşkere dike.

Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
Belgefîlma "No Country For Others" di Mihrîcanê  de hat pêşandan
19 mijdar, 2025   18:42
QAMIŞLO

Mirîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja xwe ya 7’emîn de bi pêşandana belgefîlman berdewam dike. Film li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û li navenda Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) hatin pêşandan.

Li navenda Mihemed Şêxo belgefîlma "No Country For Others" a derhêner û nivîskar Dîlan Van bû, ku ji ber mijara xwe ya kûr a mirovî, behsa êşa civakên paşguhkirî dike, bala temaşevanan kişand.

Her wiha li navenda Mihemed Şêxo hijmarek belgefîlm û kurtefilm, di nav wan de CARPENTER, kurtefîlma Mori, belgefîlma Garry Adams û HEMO hatin pêşandan.

Li navenda TEV-ÇAND`ê, belgefîlm û Filmên kurt û dirêj hatin pêşandan, di nav de ARZELA FROM AMED, Not for Us, A Beautiful Excuse For A Deadly Sin, BitterSweetness, her wiha fîlmên Beriya Şevê, Benchless û belgefîlma Seyad hebû û bi fîlma Sûrîyeyî The Immortal Sergeant bi dawî bû.

Biryar e ku 5’emîn Mirîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava sibê êvarê bi dawî bibe.

(ac)

ANHA