Li Efrînê talankirin û qirkirina xwezayê: Bi dehan darên zeytûnan hatin birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê nêzî 55 darên zeytûnan birîn û mal û milkên şêniyan talan kirin.

Li Efrînê talankirin û qirkirina xwezayê: Bi dehan darên zeytûnan hatin birîn
1 hezîran, 2025   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, malbatên çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja Înê (30 Gulan 2025) li gundê Hesê Mîrkan ê bajarê Mabata ya Efrînê 25 darên zeytûnan birîndar, li gundê Mexar Ceqê jî ji sedî 70 darên şêniyê bi navê Mistefa Hemûd Hemalîko telef kirin.

Heman rêxistinê da zanîn ku çeteyên Sultan Silêman Şah (El Emşat) û kesên li Efrînê bi cih bûne, li heman gundî rezên cotkarên bi navên Ehmed Mihemed, Xelîl Hemdî, Farûq Hemîd, Ferîd Hemo û Mecîd Silêman talan kirin, her wiha  erebe û motorsîkletên şêniyan jî dizîn.

Heman rêxistinê destnîşan kir ku ku malbatên çeteyan 28’ê Gulanê jî de darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Nezîr Mihemed Kinc Xemîs ji kokê ve rakirin.

 (bb)