Ji bo şehîd Birûsk Kobanê taziye hat danîn

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîd Birûsk Kobanê (Emar Mihemed Muslim) re xwest.

Ji bo şehîd Birûsk Kobanê taziye hat danîn
Ji bo şehîd Birûsk Kobanê taziye hat danîn
Ji bo şehîd Birûsk Kobanê taziye hat danîn
Ji bo şehîd Birûsk Kobanê taziye hat danîn
Ji bo şehîd Birûsk Kobanê taziye hat danîn
1 hezîran, 2025   13:31
REQA

Li bajarê Reqayê ji bo şervanê QSD’ê Birûk Kobanê (Emar Mihemed Muslim) ê ku 29’ê Gulana îsal (2025) di encama nexweşiyê de şehîd bûbû taziye hat danîn.

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî û partiyên siyasî herikîn bin kon ku li pêşiya mala şehîd Birûsk ya li pêşiya Mizgefta Newewî ya li bajarê Reqayê hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmeke hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Ehmed El Şêx axivî. El Şêx di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Birûsk re xwest û diyar kir ku şehîd Emar û hevalên wî  yên ji hemû pêkhateyên herêmê rêya azadî, demokasî, edalet û jiyana hevbeş hilbijartin.

Ehmed El Şêx got: "Em ê vê rêyê bişopînin, astengî û zehmetî çi dibin bila bibin em ê wefadarên keda şehîdan bin."

Bi navê jinên ji Reqayê Foza El Hemûd jî piştî sersaxî da malbata şehîd got "Dê bîranînên şehîdan di dilê me de zindî bin. Em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin."

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Bajarê Reqayê Luey El Îsa jî bal kişand ser keda şehîdan di parastina ewlehiya herêmê de û got: "Bi saya keda şehîdan em îro bi aramî dijîn."

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" bi dawî bû.

(bb)

ANHA