Li Efganîstanê di mizgeftekê de 6 kes hatin qetilkirin

Li eyaleta Herat a Ffganîstanê di mizgeftekê de kesek bi çek 6 kes qetilkirin û yek jî birîndar kir.

Li Efganîstanê di mizgeftekê de 6 kes hatin qetilkirin
30 nîsan, 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Hundirîn a Efganistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku roja Duşemê saet derdora 21.00'an de kesekî nenas gule li welatiyên mizgefta navçeya Guzara ya başûrê bajêr reşandin.

Berdevkê Wezaretê Abdul Metîn Kanî li ser X’ê got, "6 kesan jiyana xwe ji dest dane, yek jî birîndar bû."