TEV-DEM`ê 1`ê Gulanê pîroz kir

TEV-DEM`ê 1`ê Gulanê li karker û kedkaran pîroz kir û bang li deste, sazî, yekitî, rêxistinên civakî û çandî kir ku tev li çalakiyên 1`ê Gulanê bibin.

TEV-DEM`ê 1`ê Gulanê pîroz kir
30 nîsan, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê Roja Karkeran (1`ê Gulanê) li karker û kedkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cîhanê û Rojhilata Navîn pîroz kir.

Di daxuyaniyê de 1`ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û hate gotin: "Werin em vê rojê bi hev re pîroz bikin û di vê roja dîrokî de careke din teqezî bi azadiya kedkarê berxwedêr Rêber Abdullah Ocalan bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bingeha pêngavên piştgiriya azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, mîrasa berxwedana Rêber Abdullah Ocalan e ku giyanê hêza kedkarên herêmê û cîhan bi rêya projeya neteweya demokratîk ji nû ve vejand.

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi rola jinên kedkar di sekna li hemberî siyasetên çewisandinê, dagirkirinê û terorîst hate kirin.

Di daxuyaniyê de bang li deste, sazî, yekitî û rêxistinên civakî û çandî hate kirin ku tev li şahiyên 1`ê Gulanê bibin.

Di dawiyê de hate gotin; "Em piştgiriya tevahî kedkaran û têkoşeran dikin ji bo ku mafên xwe yên rewa û adil bi dest bixin û civakeke demokratîk û azad ava bibe."

(şx)