Li DYA’yê bablîsok: Herî kêm 40 kes mirin

DYA ji roja şemiyê ve bi karesata bablîsokê re rû bi rû ye û heta niha herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li DYA’yê bablîsok: Herî kêm 40 kes mirin
17 adar, 2025   20:15
NAVENDA NÊÇEYAN

Karesata babîsokê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 14'ê Adarê de li başûrê welat dest pê kir û gav bi gav ber bi herêma Gola Mezin a li nêzî sînorê Kanadayê ve çû.

Li gorî rayedaran li herêmên navendî û başûrê DYA’yê herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî malpera Poweroutagê nêzîkî 250,000 mal ji êvara şemiyê ve bê ceryan in.

Karesata bablîsokê herî zêde bandor li eyaleta Missouriyê kir û  li wir 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî bablîsokê wêrankariya li eyaletê derket holê.

Wêneyên ku ji aliyê rayedaran ve hatin belavkirin jî asta ziyanên derketine radixe berçavan.

Di dîmenan de tê dîtin ku mal û depo hilweşiyane, wesayitên barkêş ên giran li ser rêyan qelibîne û keştiyên li marînayê li ser hev qelibîne.

Walî Mike Kehoe piştî seredana herêmê got, "Ziyan pir zêde ye."