Li du bajaran 5 kes hatin kuştin

Li Tertûs û Humisê 5 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin.

Li du bajaran 5 kes hatin kuştin
3 sibat, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarê Banyasê yê gundewarê Tertûsê komeke çekdar gule li du kesan reşandin. SOHR’ê diyar kir ku êriş li nêzî çayêxanyeke de pêk hat û di encamê de efserekî berê û xebatkarekî çayêxneyê hatin kuştin.

SOHR’ê da zanîn komeke çekdar a girêdayî desthilata Şamê ku bi ser gundê Debîn ê Humisê de girt, êrişî malekê kir û di encamê de şêniyek hat kuştin û xezûrê wî jî birîndar bû.

SOHR’ê der barê şêniyê hatî kuştin de ev agahî da "Şêniyan cenazeyê wî li nêzî goristana Til Nesir a gundewarê Humisê dît. Şênî bi guleyan ji serê xwe ve derbe xwariye û şopên îşkenceyê li ser laşê wî xuya bûn."

Li gorî agahiyan şêniyê hatiye qetilkirin ji gundê Kenîse yê rojavayê bajarê Humsê ye, di 22’ê Çileya îsal ve  ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve hatibû binçavkirin.

SOHR’ê ragihand ku cenazeyê endazyarê berê yê lêkolînên zanistî yê ji gundê Qenaqiye yê Humisê gihişt nexweşxaneya mezin a Humisê. SOHR’ê destnîşan kir ku endazyar 23’ê Çileyê ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve hatibû binçavkirin.

(bb)