Li Dohayê dan û standinên agirbesta têkildarî li Xezayê dest pê kirin
Beriya çend kêliyan li Dohayê di navbera Tevgera Hemasê û Îsraîlê de gera dan û standinên nû yên bo gihandina agirbestekê dest pê kir.
![Li Dohayê dan û standinên agirbesta têkildarî li Xezayê dest pê kirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66be0aea4d8f9.jpg)
Li paytexta Qeterê Dohayê bi navbeynkariya Qeterê-Amerîka-Misirê gera dan û standineke nû ya bo agirbestekê li Xezayê dest pê kir.
Ev dan û standin piştî 10 mehan ji şêrê wêranker a di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk tên.
Li gorî ajanseke Fransayê, Amerîka û Îsraîlê 2 şande ji bo beşdarbûna di dan û standinan de şandin Qeterê. Her wiha dê nûnerên ji hikumetên Misirê, Qeterê û Washingotinê jî weke navbeynkar beşdar bin.
Fermandarên Hemasê Qeterê wek navenda xwe bi kar tînin. Li gorî gerên dan û standinên berê tu dan û standinên yekser di navbera Îsraîl û Hemasê de çênebûn. Lê tenê navbeynkaran pêşniyar û bersivên her du aliyan digihand hev du.
(fr)