Li Dirbêsiyê PYDˊê bi civînekê rewşa Sûriyeyê û entegrasyon nîqaş kir

Di çarçoveya civînên gel ên bi armanca zelalkirina pêdeçûnên siyasî û leşkerî li herêmê de PYDˊê civînek li bajarê Dirbêsiyê organîze kir.

Li Dirbêsiyê PYDˊê bi civînekê rewşa Sûriyeyê û entegrasyon nîqaş kir
Li Dirbêsiyê PYDˊê bi civînekê rewşa Sûriyeyê û entegrasyon nîqaş kir
Li Dirbêsiyê PYDˊê bi civînekê rewşa Sûriyeyê û entegrasyon nîqaş kir
Li Dirbêsiyê PYDˊê bi civînekê rewşa Sûriyeyê û entegrasyon nîqaş kir
Li Dirbêsiyê PYDˊê bi civînekê rewşa Sûriyeyê û entegrasyon nîqaş kir
Li Dirbêsiyê PYDˊê bi civînekê rewşa Sûriyeyê û entegrasyon nîqaş kir
19 gulan, 2026   22:32
HESEKÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Komîn Şehîd Dewran a bajarê Dirbêsiyê bi amadebûna hejmarek şênî, endamên sazî û meclisên bajêr civînek li dar xist, pêşdeçûnên dawî, rewşa Sûriyeyê û dosyaya entegrasyon û îdarî şîrove kir.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de hevserokê PYDˊê Silêman Xelîl axivî û diyar kir ku pêdiviya qonaxa heyî bi parastina yekitî û avakirina siberojeke demokratîk heye ku mafên tevahî pêkhateyan garantî bike.

Der barê proseya entegrasyonê jî Xelîl destnîşan kir ku ew prose wê li gorî bingehên demokratîk û hevkarî be, birêvebirina herêmê ji aliyê xelkê herêmê be û fedekariyên şehîdan badilhewa naçin.

Xelîl got: "Em dev ji axa xwe bernadin. Divê em welatekî ava bikin ku tevahî tê de bi ewleh û aram bijîn."

Di dawiyê de beşdaran bal kişand ser girîngiya xurtkirina ruhê biratiyê û jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyan de û got di vê qonaxa hestiyar de pêwîstî bi diyalogî û yekitiyê heye.

(fr)

ANHA