Li Dirbêsiyê malbatên şehîdan tabûra xwe ava kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê ji bo parastina bajêr tabûreke leşkerî ava kir.

Li Dirbêsiyê malbatên şehîdan tabûra xwe ava kirin
8 sibat, 2026   13:31
HESEKE

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê îro daxuyaniyek da û ragihand ku wan ji bo parastin bajar û herêmê tabûnereke leşkerî ava kirine.

Daxuyanî li li navenda meclisê ji aliyê endama meclisê Hindiye Bekir ve û bi amadebûna endamên tabûrê, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Piştî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û ragihandina seferberiya giştî, me, malbatên şehîdan li Dirbêsiyê, tabûrek taybet ava kir."

Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: "Em ê li ser rêya şehîdan bimînin heta ku em bigihîjin armancên ku wan jiyana xwe ji bo wan feda kirine, û em ê piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ş Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bikin."

(k)