Li Dirbêsiyê baxê yekane yê fistiqên helebê

Li Dirbêsiyê ji nêzî 70 salî ve baxê yekane ya fistiqên helebê  heye. Ev bax di biharê de dibe meqseda geşt û seyranên welatiyan.

Li Dirbêsiyê baxê yekane yê fistiqên helebê
Li Dirbêsiyê baxê yekane yê fistiqên helebê
Li Dirbêsiyê baxê yekane yê fistiqên helebê
Li Dirbêsiyê baxê yekane yê fistiqên helebê
Li Dirbêsiyê baxê yekane yê fistiqên helebê
Li Dirbêsiyê baxê yekane yê fistiqên helebê
27 îlon, 2024   09:29
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Adil Xelef (85) li xaniyekî ji qermîd li nêzî baxê xwe ya fistiqên helebê li gundê Rihêkê yê rojhilatê bajarê Dirbêsiyê ava kiriye dijî. Adil Xelef ji bajarê Amûdê ye û di 1957'an de tevî malbata xwe berê xwe dide vî gundî.

Ji dema Xelef digihîne gund, ew û birayê xwe parçeyekî erd bi rûbera 800 donim ji malbatekê dikire. Xwediyê wî erdî jî beriya ku bifiroşe Adil Xelef û birayê wî, bi 3 salan darên fistiqên helebê çandibûn.

Piştî çend salan ji kirîna bax, her du bira rûbera çandina darên fistiqên helebê firehtir dikin. Li her donimekê 100 darên fistiqê hatin çandin û 120 darên berhemdar jî li baxê hatine çandin.

Ev bax, baxê yekane ya fistiqên helebê li bajêr e. Adil Xelef ji ciwantiya xwe ve kedek mezin da baxê heta gihaştiye vê astê. Heta niha Xelef bi temenê 85 salî xizmetî bax dike.

Xelef piraniya dema xwe li nava bax derbas dike. Ji derketina kulîkên daran heta bi berhevkirina fistiqan di destpêka Cotmehê de karê li nava bax zêde dibe.

Xelef bîreke kolandibû û ji wê bîrê baxê xwe bi kehrebê av dide. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li ser stasyonên kehrebê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji nav jî stasyona Dirbêsiyê ya kehrebê Xelef ji avê mehrûm bû.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê Xelef berê xwe da enerjiya tavê.

Ji ber xizmet û baldariyeke xurt ji hêla Adil Xelef ve, baxê fistiqan di biharê de ji bo geşt û seyranê dibe meqseda welatiyan.

Berê berhema bax baş bû, lê bi mezinbûna temenê daran û zehmetiya derbasbûna alavan li nava bax ku xizmeta wan bê kirin re, êdî berhem kêm dibe.

Xelef diyar kir ku êdî hêz û taqeta wî ya fîzîkî nemaye û çiqilên daran jî li pêş derbasbûna alavan ku xizmetê bikin dibin asteng, bi wê re bandoreke neyênî li berhemdanê tê kirin.

Xelef destnîşan kir ku destekarî tune ne ku bi wî re xizmetî baxê bikin. Xelef got ew yek an pisporî tune ye yan jî kes naxwaze li nava zeviyan bixebitin. Xelef dûrketina ciwanan ji xizmetkirina zeviyan rexne kir.

Xelef got: "Ez ji ciwantiya xwe ve li nava vî baxê dixebitim. Heta li nava bax û daran negerim ku êdî bûne jiyana min, nikarim razim."

(mh)