Leşkerên Tirk zarokek birîndar kir

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li kampeke Idlibê ya nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê zarokek birîndar kir.

Leşkerên Tirk zarokek birîndar kir
27 îlon, 2024   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand leşkerên Tirk ên li ser sînor gule li zarokek li kampên gundê Zof ê rojavayê Idlibê  reşand û birîndar kir.

SOHR diyar kir ku zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve leşkerên Tirk ên li ser sînor 14 sivîl qetil kirine û  2 jê zarok 29 sivîl birîndar kirin.

(bb)