Birayê Murat Karayilan wefat kir

Mehmet Emîn Karayilan ku birayê mezin ê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan e, jiyana xwe ji dest da.

Birayê Murat Karayilan wefat kir
17 hezîran, 2026   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat zanîn ku Mehmet Emîn Karayilan (74) roja sêşemê (16 Hezîran) ji bo tedawiya keça xwe çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ersîn Arslan a Dîlokê û li wir krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan rakirin morga Goristana Yeşîlkent a Dîlokê.

Cenaze wê roja pêncşemê ji morgê were girtin û li goristana Taxa Sakiltan a navçeya Bêrecûk a Rihayê were veşartin.

Mehmet Emîn Karayilan birayê mezin ê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan e.