Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê şervanên QSDˊê şehîd Şêro Hesekê û şehîd Ciger Welat ên ku di bersivdana êrişên dawîn ên li ser herêmê de şehîd bûne, oxir kirin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê 2 şehîdên rûmetê hatin oxirkirin
11 adar, 2026   16:17
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê, endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanên QSDˊê, nûnerên tevgerên jin, ciwan û partiyên siyasî cenazeyên 2 şervanên QSDˊê şehîd Şêro Hesekê û şehîd Ciger Welat, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê oxir kirin.

Şehîd Şêro Hesekê (Mihemed Ehmed) û Ciger Welat (Omer Emo) di bersivdana êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û komên hikumeta demkî de li gundê Aliyê di 20ˊê Çileyê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Waşûkanî Xelîl Meo got: "Şehîd pêşeng û rûmeta me ne, em ê li ser şopa wan bimînin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê jî Berxwedan Amûdê jî şehîdên Serhildana 12ˊyê Adarê ya Qamişloyê bi bîr anîn û got: "Ji Serhilana 12ˊyê Adarê ya Qamişloyê heta vê kêliliyê bi hezaran keç û xortên Rojava erkên serxistina Şoreşa 19ˊê Tîrmehê hilgirtine û di wê oxirê de canê xwe feda kirine."

Berxwedan Amûdê anî ziman ku: "Şehîd Şêro û Ciger ji ciwanên ku destanên lehengiyê di bersivdana êrişan de nivîsandine û li dijî komploya li ser gelê Kurd bi serbilindî şer kir û tev li karwana şehîdan bûn. Em ê li ser şopa wan bimînin."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û her du cenaze hatin definkirin.

(fr)

ANHA