Li dijî komploya 9ʹê Cotmehê çalakiyên şermezarkirinê

Mala Êzidiyên Helebê, Meclisa Civaka Ermenî û şêniyên taxa Zorava ya Şamê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, da.

Li dijî komploya 9ʹê Cotmehê çalakiyên şermezarkirinê
Li dijî komploya 9ʹê Cotmehê çalakiyên şermezarkirinê
10 cotmeh, 2024   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocala  de, Mala Êzidiyên Helebê li pêşiya navenda xwe ya taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Mala Êzidiyên Helebê Roşîn Mûsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan çareseriyên guncaw ên pirsgirêkên Rojhilata Navîn peyda kirin, ev çareserî jî ne li gorî berjewendiyên hêzên kapîtalîst bû, ji ber wê wan hewl da bi fîzîkî Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin da ku rastiyê bê deng bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir akademiyeke rasteqîn ku pirsgirêkê werin çareserkirin, ev komplo bi ser neket.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkê ya Rêber Abdullah Ocalan were bilindkirin.

ŞAM

Girêdayî mijarê, şêniyên taxa Zorava ya Şamê bi meşeke girseyî komplo şermezar kir.

Endamê Komîteya Têkiliyan a rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Şamê Mihemed Îbiş komolo şermezar kir û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

Her wiha Meclisa Civaka Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî komplo şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyê Yekbûyî (NY), dadgeha edaletê ya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku bi awayekî cidî bixebitin û Rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

(mh)

ANHA